22:55:43
Rojava News: Di encama şer û pevçûnên li bakurê Sûriyê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Herwiha Artêşa Azad a Sûriyê jî çend kuştî û birîndar dan.
Li gorî agahiyan, îro di 14mîn roja operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ya bi navê Mertala Firatê, li derdora bajarokê Elraî ya bakurê Sûriyê di navbera leşkerên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li milekê û çekdarên DAIŞê li milê din de şerekî giran derket.
Serfermandariya Artêşa Tirkiyê derbarê şerê îro de ragihand, ku îro li herêma Wuquf a li bakurê Sûriyê di navbera leşkerên Artêşa Tirkiyê û çekdarên DAIŞê de çpevçûnên giran qewimîn.
Serfermandariya Artêşa Tirkiyê dibêje, ku li herêma Wuquf a li başûrê bajarokê Elraî çekdarên DAIŞê êrişî 2 tankên Tirkiyê kirin û ew kirin armanca roketan.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di encama pevçûnan de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşekrên din jî birîndar bûn.
Herwiha li gorî daxuyaniyê, 2 çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê jî di pevçûnan de hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyê ragihand, ku birîndar bo dermankirinê bo nav axa Tirkiyê û nexweşxaneyan hatine veguahastin.
Herwiha hat gotin, ku topxaneyên Artêşa Tirkiyê çend navendên DAIŞê bi giranî topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê ji roja 24ê Tebax a 2016an ve operasyona bi navê Mertala Firatê di nav axa Sûriyê de dest pê kir û bi piştgiriya hêzên Tirkiyê çend komên Artêşa Azad a Sûriyê jî derbasî nav axa bakurê Sûriyê bûn.
Di çend rojên borî de, leşkerên Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê bajarê Cerablus û bajarokê Elraî û gundên derdora wan kontrol kirine.
