Tirkiye bi mebeste bere xwe bide Reqa’yê!

Tirkiye bi mebeste bere xwe bide Reqa’yê!

12:18:00

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, Serokê Amerîkayê Barack Obama derbarê operasyona bajarê Reqa ya Sûriyê de pêşniyar daye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser rêya vegera xwe ya ji Çînê ji bo rojnamegeran axivî û derbarê hevdîtinên xwe yên li wî welatî daxuyanî da.

Recep Tayyip Erdogan derbarê operasyona Reqayê de wiha got: “Obama taybetî dixwaze em bihevre li Reqayê pêngavekê pêk bînin. Min jê re got, ji aliyê me ti pirsgirêk nîne.”

Erdogan li ser pirsa “Rola Tirkiyê dê li Reqayê hebe?” wiha got: “Emli ser mijarê bi Amerîkayê re hevdîtinan çê dikin. Di vê mijarê de çi werin kirin, dê di encama hevdîtinan de diyar bibe. Ew yek jî girêdayî helwesta Amerîkayê ye. Lê divê em êdî li herêmê hêza xwe bidin xuyandin.

Eger ku em şûnde gav bavêjin  PKK, YPG, PYD û rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ li wir xwe bi cih bikin. Heman tişt ji bo Iraqê jî heye. Li wir jî PKK dixwaze xwe bi cih bike."

Serokomarê Tirkiyê herwi  pirsa “Gelo li ser PYDê de guhertinekê a helwesta Amerîkayê de çêbû ye?” wiha bersivand:

“Ti nebe niha midaxeleyê me nake. Em El Raiyê jî li Cerablûsê jî bi rehetê xebitîn û dixebitin jî.”