“Ji sedî 60ê axa Sûriyê di dest rêxistinên radîkal de ye”

“Ji sedî 60ê axa Sûriyê di dest rêxistinên radîkal de ye”

Rojava News: Çavkaniyên Artêşa Azad a Sûriyê amaje dikin ku, hejmara çekdarên DAIŞê 20 hezar çekdar e û yên Eniya Nusre jî 15 hezar çekdarin.

Çavkaniyên Artêşa Azad a Sûriyê aşkere dikin ku ji sedî 60ê axa wî welatî di dest rêxitsinên radîkal ên mîna DAIŞ û Eniya Nusre de ye.


Di nûçeyeke rojnameya al–Şarq al–Awsat a erebî de hatiye ku, çavkaniyên Artêşa Azad a Sûriyê amaje dikin ku 70 grûpên çekdar li Sûriyê hene û li dijî rejîma wî welatî şer dikin.


Li gor heman nûçeyê, niha ji sedî 60ê axa Sûriyê di dest rêxitsinên radîkal ên mîna Dewleta Islamî (DAIŞ) û Eniya Nusre de ye, ev yek jî kelem û astengiyan li pêş proseya perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyê ya radîkal çê dike, ku Tirkiyê binêhte yekem gava wê proseyê li ser axa xwe pêk bîne.


Ji aliyek din ve, çavkaniyên Artêşa Azad a Sûriyê diyar dikin jî ku, hejmara çekdarên DAIŞê li Sûriyê zêde bûne piştî ku çend navçe li parêzgeha Dêrezorê kontrol kirin.


Çavkaniyan amaje kirine ku, hejmara çekdarên DAIŞê 20 hezar çekdar e û yên Eniya Nusre jî 15 hezar çekdarin.