11:03:46
Rojava News: Fermandeyekî mezin û yek ji damezrênerên Cebhet El Nsura, ku niha navê xwe kiriye “Ceyiş El Feth Şam”, li bajarê Helebê yê Sûriyê hat kuştin.
Cebhet El Nusrayê li ser twîttera xwe ragihandiye ku fermandeyekî wan bi navê Ebû Omer El Seraqibî di encama êrişa balafirên şer ên hêzên hevpeyman de hatiye kuştin.
Tê gotin ku Ebû Omer yek ji damezrênerên Cebhet El Nusra bûye û beriya ku derbasî Helebê bibe, li devera El Qelemûn li nêzîkî Şamê bûye.
Dihat gotin ku fermandeyekî din ê Cebhet El Nusrayê bi navê Ebû Mislim Şamî jî hatiye kuştin lê rêxistinê ew nûçe red kiriye.
Rêxistina radîkal a Cebhet El Nusra, ku baskê El Qaîdê yê Sûriyê ye, demekê beriya niha navê xwe guhert û kir “Ceyiş El Feth Şam”.
Cebhet El Nusra jî mîna DAIŞê di nav lîsteya terorê ya Amerîka de ye lê Tirkiyê wê wek rêxistina terorîstî nabîne.
