11:46:29
Rojava News: Hizbûllahê li ser peymana Sûriyeyê ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin agirbestê lê ew ê şerê xwe yê li dijî DAIŞ, El Qaîde û komên girêdayî wan dewam bikin.
Hizbûllah a ku bi nêzîkbûna xwe ya Hikumeta Sûriyeyê tê zanîn li ser peymana agirbestê ya ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de hat danîn û wê şer û pevçûnên li Sûriyeyê bi qasî hefteyekê agirbestê bide rawestandin daxuyaniyek da. Rêxistinê dest nîşan kir ku agirbest li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê û divê herkes vê derfetê bikar bîne û derbirî ku ew ê bersiva êrîşên li dijî endamên xwe bide.
Daxuyaniya Hizbûllahê Sûriyeyê agirbest pejirand û daxuyand ku ew ê li gorî peymanê tev bigere şûnde ev daxuyanî da.
