Pentagonê kuştina berdevkê DAİŞê pişterast kir!

Pentagonê kuştina berdevkê DAİŞê pişterast kir!

 

 

Rojava News: Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) kuştina Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed Ednanî piştrast kir.

Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand, Ednanî roja 30ê Tebaxê li nêzîkê navçeya Babê ya bakûrê Helebê, di encama operasyoneke hewayî de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ednanî berpirsê propagandayên DAIŞê û rêveberê operasyonên derve yê terorî bûye.

Beriya 2 hefteyan malperên nêzîkê DAIŞê ragihandibûn ku Ebû Mihemed Ednanî, li derdora Helebê di encama pevçûnekê de miriye. 

Berpirsên Rûsyayê jî gotibûn ku Ednanî di encama bombebarana wan de hatiye kuştin.

Berdevkê DAIŞê Ednanî ku xelkê bajarê Idlibê ya Sûriyê bû, kesek nêzîkê Ebûbekir Bexdadî bû û yek ji serkirdeyê DAIŞê yê Sûriyê bû.