Rûsyayê çavdêr li Helebê danîn!

Rûsyayê çavdêr li Helebê danîn!

11:20:00

 

Rojava News: Navenda Çavdêriya Lihevkirina Sûriyeyê derbasbûna bajarê Helebê yê ku duh agirbesta demkî lê hat ragihandin xist bin çavdêriye.

Hat ragihandin ku Navenda Çavdêriya Lihevkirina Sûriyeyê xaleke kontrolê ya livbar danî ser rêya Katîloyê ya li bakurê Helebê.

Rêya Kastîlo ya ku hêzên Rejîma Sûriyeyê kontrol dikin, rêyeke din e ta ku niştîcihên Helebê derkevin eger bixwazin derkevin û herwiha tê payîn ku bibe rêya sereke bo gihandina alîkariya mirovî.

Herwiha Cîgirê Serokê Navenda Çavdêriya Lihevkirinê serheng Sergey Kapîtsîn got: "Di çarçoveya rêkeftina navbera Rûsya û Amerîkayê de, rêya Kastîlo dê bi awayekî taybet bê çavdêrkirin piştî destpêkirina agirbestê…Û ev rê dê bibe rêya sereke bo gihandina alîkariyên mirovî." Ji aliyekî din ve, Kaptîsîn teqez kir ku rejîm amade ye dûrî rêya Kastîloyê biçe, eger dijber jî heman tiştî bikin.