11:31:02
Rojava News: Çekdarekî berê yê DAIŞê aşkera kir, endamên rêxistinê heta naha jî li nav bajarê Cerablûsa bakûrê Sûriyê ne û tenê rihên xwe tiraş kirine.
Peyamnêrê rojnameya The Independentê Patrick Cockburn ku kesekî Brîtanyayî ye, di hevpeyvînekî li gel kesekî DAIŞê de ku navê wî Ferec e, diyar kiriye em agahdar bûn li operasyona Tirkiyê.
Ew çekdarê DAIŞê gotiye, nûçe behsa revîna DAIŞê ya El Babê dikin û artêşa Tirkiyê ketiye nav bajarê Cerablûsê, lê rastî ne waha ye. Beşekî zêde yên DAIŞê hîn li Cerablûsê ne û tenê rihên xwe tiraş kirine.
