900 hezar zarokên Sûriye li Tirkiye dixwînin!

900 hezar zarokên Sûriye li Tirkiye dixwînin!

23:32:53

 

Rojava News: Di dema ku Tirkiyê pêdawîstiyên xwendinê ji nêzîkî 1 milyon zarokê Sûrî peyda dike, bi hezaran zarokê Kurdistana Bakur ji xwendinê bê par dike.

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ragehand ku, îsal wê 900 hezar zarokên Sûriyê di dibistanan de li Tirkiyê bixwînin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Perwerdeya Tikritê ragehand ku, cihê 100 hezar zarokî ku wê dest bi xwendina pola yekemîn bikin hatiye peydairin, piştî cejnê wê tomarkirina navê wan destpêbike jibo sala nû ya xwendinê.

Herwiha behsa wê yekê jî kir ku, jiber mamosteyên bi zimanê Erebî li Tirkiyê gelekî kêmin, lewma şagirtên ku dixwazin polên navendî û bijorde bixwînin diin dibistanê olî yê Tirkiyê, jibo vê yekê 450 şagirtî navê xwe tomarkiriye ew jî piştî cejnê dê dest bi xwendina xwe bikin.

Wezareta navborî di heman daxuyaniyê de eşkere kiriye ku îsal bi giştî wê 900 hezar zarokên Sûrî li Tirkiyê bixwînin.

Ev yek di hema demê de ku, bi sedema dûrkieina 28 hezar mamoste ji Kurdistana Bakur bi tuhmeta k user bi PKKê ve wê bi hezaran zarokên Kurd bê xwendin bimînin.