23:54:06
Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê amerîkî John Kerry li hev kirin ku agirbestê 48 saetan dirêj bikin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê amerîkî John Kerry bi rêya telefonê axivîn û herdu wezîran agirbesta ku di 18ê Îlonê de diqede li hev kirin ku 48 saetên din dirêj bikin.
Herdu wezîran li hev kir Lavrov û Kerry îro berê sibehê ji bo agirbesta li herêma Heleba Sûriyeyê bi rêya telefonê axivin.
Herdu wezîran di pêşengiya Rûsya û Amerîkayê de ku di 12ê Îlonê de agirbest hatibû ragihandin li hev kirin ku wê agirbestê 48 saetên din jî dirêj bikin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner di daxuyaniya çapemenî de ragihand ku herdu wezîran ji bo agirbesta 7 rojan gerentî dane û merhaleya piştî agirbestê jî avakirina Navenda Pêkanîna Hevpar (JIC) be.
Mark Toner di dirêjiya axaftina xwe de got:"Amerîka li Sûriyeyê wê xwe bigihîne grûb û komên mûxalif û ji wan re girîngiya agirbestê vebêje û di vî warî de wê pirsên wan bibersivîne."
