DAIŞê li Helebê çekên kimyewî bikar anîn: 8 birîndar!

DAIŞê li Helebê çekên kimyewî bikar anîn: 8 birîndar!

00:12:22

 

Rojava News: Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Kurdan hatine girtin DAIŞê roja îniyê li Helebê li dijî 2 cihan bi çekên kimyewî yên giran êrîş pêk anî û hat diyar kirin k udi wan êrîşan de herî kêm 8 kes jehrî bûn.

Hat ragihandin ku DAIŞê li bakurê Helebê bi çekên kimyewî êrîş bir ser bajarokên Hirbel û Îm-Huşê û di encamê de 8 kes jehrî bûn Çavkaniyeke ku ji bo Sputnikê axivî, diyar kir ku êrîş îro di saetên serê sibehê de pêk hat û got "DAIŞê bi guleyên ku madeyên kimyewî tê de hebûn, êrîşê bajarokên Îm-Huş û Hirbelê kir. 5 sivîl û 3 şervanên Ceyş'ul Sivarê birîndar bûn."

Heman çavkaniyê dest nîşan kir ku birîndar ji bo nexweşxaneyên Efrînê hatin rakirin û bijîşkên li wir diyar kiriye ku 2 saetên piştî êrîş mirov ji ser hişê xwe ve çûne û got "di laşê birîndaran de rastî şopa madeyên kimyewî yên jehrî hatin. Welatî hîn jî bi ser hişê xwe ve nehatine."