00:16:05
Rojava News: Li navçeya Cerablûsê ya ku bi operasyona Mertalê Firatê ji destê DAIŞê hat girtin, ji ber zêdebûna herjmara gel bergiriyên ewlehiyê jî tên zêde kirin. Nufûsa Cerablûsê ya ku gava di bin kontrola terorîstên DAIŞê de bû, daketibû 3 hezar 500 kesan lê niha nêzîkê 26 hezar kesan bûye.
Li Cerablûsê piştî ku ji destê terorîstên DAIŞê hat girtin şûnde hejmara mirovan her ku diçe zêdetir dibe û hat ragihandin ku ji ber zêdebûn ahejmara mirovan bergiriyên ewlehiyê jî tên zêde kirin.
Hat diyar kirin ku endamên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) li ser riya ku Cerbalûsê bi Karkamiş, Minbic û Azezê ve girê didin, qulûbeyên nobetê avakirine û hemû wesayitên derbas dibin kontrol dikin.
Herwiha ASAYê li nava bajêr jî li cihên cuda nuqteyên kontrolê avakiriye û kontrola nasnameyan dike. Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê berpirsê deriyê Karkamişê û yek ji fermandarên ASAyê Abdulnasir Celal diyar kir ku li Cerablûsê bergiriyên ewlehiyê gelekî hatiye zêde kirin û diyar kir ku leşkerên wan li gelek nuqteyên li ser riyên bajêr û li nava bajêr nobetê digirin.
