12:09:43
Rojava News: Îran dibêje, qest û armanca Amerîka li Sûriyê, tenê jinavbirina serokê Sûriyê Beşar Esed e û sozên xwe yên li hember agirbestê jî bicîh nahîne.
Ev çend roj in li Sûriyê û li ser rêkeftina Amerîka û Rûsya, agirbest hatiye ragihandin lê heta niha çend caran hatiye binpêkirin.
Alîkarê serokê parlamentoya Îranê di karûbarên navdewletî de, Husên Emîr Ebdullahiyan li ser agirbesta Sûriyê rexne li Amerîka girt û got, Amerîka sozên ku derheqê agirbestê de dane, bicîh nahîne.
Ebdullahiyan her wiha got, ji ber ku çekdarên rêxistina terorîstî ya El Nusra (navê wê yê niha Cebhet Feth Şam e) agirbestê binpê dikin û Amerîka jî tiştekî nabêje wan! Çimkî qest û armanca Amerîka li Sûriyê tenê jinavbirina Beşar Esed e û qet guh nade daxwaziyên gelên Sûriyê.
Wî rayedarê Îranê pesnê Rûsyayê jî da ku pişta rêjîma Sûriyê digire.
