3:31:48 PM
RojavaNews: Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, Enes Elabda, diyar kir, ku astengîkirina rêjîma Esed ji gihiştina alîkariyên mirovî bo dorpêçkiriyan li bajarê Helebê, ew e ya ku gefan li berdewamiya hêminiyê dike.
Di hevdîtinekê de bi balyozê Newzilandî Conathan Kor û cîgirê wî re doh êvarî, Al'abda salixa rêjîma Esed da û got ku ew" rêjîmeke xwînrêj e, û ji çareseriyên leşkerî û ewlekakarî pêve nizane", û amaje kir ku Rêjîm hêjî ne cedî ye di çi pirosêsa ji bo bidawîkirina êş û azarên gelê Sûriyê û naxwaze pabendiyê bi tu mîkanîzmê bike ji bilî ya kuştin û gefxwarin û koçberkirinê.
El'abda ji balyozê Nezwilandî re tekez kir ku derbaskirina alîkariyên xwarin û pizîşkîyê bo bajar û taxên dorpêçkirî wek Heleb û taxa Elwe'er û Hums û Mu'edemiye û Medaya û Xûta rojhilat, bê astengî anjî destêwerdana Rêjîmê û milîşyayên terorîstî yên bi ser ve, pêşindeya Hevbendiya Niştimanî ye, û bal kişand ser ku Rêjîm hêjî siyaseta koçberkirina kotekî berdewam dike di riya gefxwarina li xelkên deverên dorpêçkirî bi hemû şêweyan ji bo wan neçar bike ku ji deverên xwe derkrvin.
