Amerîkayê li Artêşa Sûriyê xist

Amerîkayê li Artêşa Sûriyê xist

11:22:24

 

Rojava News: Hate gotin ku firokeyên şer ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka serpereştiya wan dike, li bajarê Dêrezorê, Artêşa Sûriyê dane berbombeyan.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekî ragihand ku di encama bombebarana firokeyên hevpeymanan de 62 leşkerên Artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Herwiha hate gotin di encama 4 êrîşên cuda de, herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan jî daxuyand ku di bombebaranê de 30 leşker hatine kuştin.