11:27:10
Rojava News: Wezareta Bergiriya Australiyayê ragehand ku, ew di operasyona Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li ser bingehên Artêşa Sûriyê li bajarê Dêrazorê beşdarbûbûn, tekez kir ku, wan bi şaşî ew dever bombebaran kirin.
Derbarê vê yekê Wezareta Bergiriya Australiya beyanameyek belav kir ku, piştî wan êrîş dest pê kir Rûsyayê Hevpeymaniya Navdewletî agehdar kir ku, ew navçe yên Artêşa Sûriyê ne yên DAIŞê ne, da zanîn ku, firokeyên wan jî di wê operasyonê de beşarbûbûn.
Australiya di daxuyaniyê de sersaxiya malbatên qurbaniyan kir û lêborîna xwe ji wan xwest, aşkere kir ku, ew alîkariya DAIŞê nakin û ti carî Artêşa Sûriyê nake armanc.
Firokeyên Amerîka binkeyeke artêşa Sûriyê li Dêrezorê bombebaran kirbû. Di encamê de 62 leşker hatibûn kuştin.
