Heleb: Ji aliyekî agirbest ji aliye din ve bombebarankirin

Heleb: Ji aliyekî agirbest ji aliye din ve bombebarankirin

10:42:58

 

Rojava News: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, piştî ragihandina agirbestê, çend firokeyên leşkerî bajarê Helebê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, tevî cibicîkirina rêkeftina agirbestê di navbera Amerîka û Rûsyayê de, bo yekem car Heleb tê bombebarankirin.

Rewangehê amaje bi wê yekê kir ku, heta niha nehatiye zanîn ku ew firoke ser bi kîjan welatî ve ne, lê tê gûmankirin ku bombebarankirin ji aliyê firokeyê rêjîma Sûriyê ve hatibe kirin.

Rêkeftina agirbestê ya ku her du wezîrên derve yê Amerîka John Kerry û yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov gihiştibûnê, di roja yekem ya cejna Qurbanê kete warê cîbicîkirinê.