12:10:11
Rojava News: Balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê bi operasyoneke hewayî 3 hedefên DAIŞê îmha kirin.
Balafirên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li herêmên Baragîtah û Sandarahê yên ku li bakurê Sûriyeyê ne operasyoneke hewayî pêk anîn.
3 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê yên ku wekî baregeh, stargeh û çeper dihatin bikaranîn, hatin îmhekirin.
Li gorî agahiya Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê duhî saet di navbera 20.34 û 22.09an de li herêmên Baragîtah û Sandarahê Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê bi balafirên şer operasyonek pêk anîn.
Li herêmê 3 hedefên DAIŞê yên ku wek baregeh, stargeh û çeper dihatin bikaranîn, hatin îmhekirin. Balafirên şer piştî operasyonê biewlehî vegeriyan baregehên xwe.
