NHBya Amerîkayê li Dêra Zorê hat xistin!

NHBya Amerîkayê li Dêra Zorê hat xistin!

12:14:00

 

Rojava News: Li bajarê Dêra Zorê ku Amerîkayê bi şaşîtî 62 leşkerên rejima Şamê kuştibûn îro berê sibehê Artêşa Sûriyeyê Navgina Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Amerîkayê xist.

Li bajarê Dêra Zorê ku Amerîkayê bi şaşîtî 62 leşkerên rejima Şamê kuştibûn îro berê sibehê Artêşa Sûriyeyê Navgina Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Amerîkayê xist.

Li gorî nûçeya kanala Press TVyê, Artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Dêra Zorê li herêma Çiyayê Jabal Therdeh Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) xist û ev NHBya ku hatiye xistin jî aîdî Amerîkayê ye.

Ji aliyê din ve li gorî ajansa nûçeyan a AMNê ku dispêre çavkaniyekî ereb û ragihand ku Yekîneya 17emîn a Tanka ku bi Tuxaya 137emîn a Topvanan ve girêdayîye gule berdane NHBê, lê NHBê xwe ji qada hewayî ya Sûriyeyê xelas kiriye. Roja borî balafirên şer ên koalisyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike li Dêra Zorê çeperên Artêşa Sûriyeyê bombebaran kiribûn.

Di êrişê de 62 leşkerên Sûriyeyê hatibûn kuştin û piştî êrişê Amerîkayê poşmaniya xwe anîbû ziman.