Qasim Silêmanî di merasemekî Helebê de hat wênekirin!

Qasim Silêmanî di merasemekî Helebê de hat wênekirin!

13:20:26

 

Rojava News: Fermandarê sipaha Quds a Îranê di merasîmekî mezhebî ya şîeyan de li bajarê Heleba Sûriyê dest bi giriyê dike.

Li gor girteya videoyî ku di vê heftiyê de li torên civakî de hatiye belav kirin, leşkerek sirûd ango marşekî şîe li ser Zeyneba keça Elî yê kurê Ebu Talibe dibêje.

Fermandarê sipaha Qudsê Qasim Silêmanî dema guhdide wê sirûdê destê xwe dide ber çavê xwe û bi awayekî veşartî digrî.

Sirûdbêj di sirûda xwe de daxwaz dike welatên Îranê û Sûriyê bibin yek û navê wî welatî jî bibe welatê Zeyneb.

Mislimanên şîe di merasîmên bîranîna Elî yê kurê Ebu Talib û hevsera wî Fatimê û zarokên wî de li xwe didin û dest bi girînê dikin.