Li Helebê weşana agirbestê ya Rûsyayê ji ber êrîşên cîhadîstan hat birîn

Li Helebê weşana agirbestê ya Rûsyayê ji ber êrîşên cîhadîstan hat birîn

12:14:32

 

Rojavs News: Hat diyar kirin ku li rojavayê başûr ê Helebê kameraya çavdêriya agirbestê ya Rûsyayê rastî êrîşa cîhadîstan bû û ji ber vê yekê weşana wê zindî hat birîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hat ragihandin ku 19ê Îlonê roja duşemê li derdora saet 20.00a de li rojavayê başûr ê Helebê zeviyê Akademiya Esad a ku kameraya çavdêriyê ya agirbestê lê bû, rastî êrîşa topên hawanê û moşekavêjên pir lûleyî hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin "di encama êrîşê kameraya vîdeoyê û danêr betal bûne. Li gorî encama rapora navenda çavdêriyê ya agirbestê ji leşkerên Rûs tu kesan zirar nedîtine."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji 15ê Îlonê şûnde yek li bejahiyê yek jî li wesayita hewayî ya bêmirov bi giştî ji 2 kamerayan ji Helebê weşana zindî dikir.