Heleb: Di navbera Artêşa Sûriyeyê û El Nûsrayê de şer: 100 kuştî

Heleb: Di navbera Artêşa Sûriyeyê û El Nûsrayê de şer: 100 kuştî

12:23:20

 

Rojava News: Artêşa Sûriyeyê, milîtanên El Nûsrayê (Fetih El Şam) ku li herêma başûrê rojavayê bajarê Helebê dest bi êrişeke mezin kiribû têk bir.

Li gorî daxuyaniya navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê êrişa milîtanên Fetih El Şamê ya derdora Helebê têk bir.

Di operasyonê de 4 tank, 3 wesayîtên zirxî, 9 qamyonên cebilxane barkirî yên rêxistinê îmha kirin û nêzî 100 milîtanî kuştin.

Her wiha hêzên Artêşa Sûriyeyê, li taxên bakurê herêma Helebê êrişa milîtanan têk bir û piştî pevçûnan kontrola taxa El Şekeyf dîsa bi dest xist.