12:54:15
Rojava News: Rejîma Sûriyê karwanekê alîkariyên mirovî yên hevbeş di navbera Neteweyên Yekbûyî, Heyva Sor a Sûrî û Komîteya Navnetewî ya Heyva Sor dike armanc di encam de, 12e xwebexiş ji Heyva Sor hatin kuştin û zirar giheşte 18e otombîlên barhilgir ên alîkariyan.
Derbarê wê êrîşê Rewangeha Sûriî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belavkir, tê de ragehand ku, firokeyên rejîma Sûriyê 20 otombîlên barhilgir yên alîkariyên mirovî li bajarê Helebê bombebarankirin.
Rewangehê da zanîn ku, di encama wê êrîşê de 32 kes hatin kuştin ji wan 12e karmendên xwebexiş ên Heyva Sor a Sûrî bûn, herwiha zirareke mezin giheşte 18e otombîlên arîkariyan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji aliyê xwe ve ew êrîş şermezar kir û ragehand ku, ew dê hemahingiya xwe li gel Rûsyayê di pêşerojê de baş binerxîne.
Herwiha Wezîrê Derve yê Fransayê Can Mark Îrlot armanckirina karwanên alîkariyan şermezarkir, da zanîn ku pêwîste şerê li Sûriyê bidawî were.
Firokeyênrejîma Sûriyê piştî bidawîbûna agirbetê 35 êrîş li bajarê Helebê encam dan.
