13:35:07
Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê di operasyona Mertalê Firadê de 2 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin.
Li gorî nûçeya DHAyê îro danê sibê çekdarên Artêşa Sûriya Azad û leşkerên Artêşa Tirk li herêma di navbera Cerablus û Raî de beşdarî operasyonê bûne rastî êrişekê hatin.
Leşkerên di operasyona Cerablus û Raiyê birîndar bibûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn a Zanîngeha Dîlokê. Lê tevî midexaleyên bijîşkî 2 leşkerên birîndar ji mirinê xilas nebûn.
Cenazeyê leşkerên mirî rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.
Tirkiyê 24ê Tebaxê li bajarê Cerablusê dest bi operasyonê kiribû. Ji destpêka operasyonê heta niha 10 leşkerên Artêşa Tirk hatine kuştin.
