08:15:14
Rojava News: Koşka Spî got ji êrîşa li dijî karwanê NY yê ku alîkarî dibir bajarê Helebê yê Sûriyeyê, Rûsya berpirsyar e.
Cîgirê Şêwirmend ê Ewlehiya Netewî yê Koşka Spî Ben Rhodes parast ku hemû agahiyên hatine bi dest xistin dide nîşan ku li dijî karwanê êrîşeke hewayî hatiye lidar xistin û got "ev jî tenê du aliyan berpirsyar nîşan dide, —rêveberiya Sûriyeyê û hikumeta Rûsyayê."
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê berê daxuyandibû ku îdiayên Amerîkayê bê delîl in û dest nîşan kiribû ku ew hewldanên ku berpirsyariya êrîşê dixe stûyê Moskova û Şamê bi hêrs tê pêşwazî kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatibû diyar kirin ku sûcdarkirinên wisa yên bê delîl tenê ji bo ku bombekirina di 17ê Îlonê de ya li dijî sengerên artêşa Sûriyeyê yên nêzîkê Deyr'ez Zorê ji balê dûr bixîne tên kirin.
