Hicab: Heta Esed neçe, kirîz çareser nabe

Hicab: Heta Esed neçe, kirîz çareser nabe

08:28:48

 

Rojava News: Kordînatorê Komîteya Bilind a Danstandinê ya Dijbereya Sûriyê, Riyaz Hicab bo çareserkirina kirîza li Sûriyê tekezî li ser nema Beşar Esed di desthilatê de kir.

Riyaz Hicab di kevana birêveçûna civînên lûtke yên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li bajarê New Yorkê derbarê rewşa Sûriyê de axivî.

Di axavtina xwe da Riyaz Hicab destnîşan kir, ku Hikûmeta Sûriyê agirbestê li gorî xwe binpê dike, êrîşên xwe yên li ser Helebê zêde dike û ji ber vê jî xelk bi neçarî ji cih û warê xwe derdikevin.

Hicab herwiha got, civaka navneteweyî pêwîst e vê yekê bizane ku ji bo çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê, pêwîst e Esed li ser desthilatê nemîne.

Hicab da xuyakirin, heta ku Esed hesabê binpêkirinên hiqûqa navneteweyî nede, ne mimkune, ku kirîza li Sûriyê were çareserkirin.