Rêjîma Sûriyê parêzgeha Humsê bombebaran dike

Rêjîma Sûriyê parêzgeha Humsê bombebaran dike

12:21:29

 

Rojava News: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku bajarokê Telbîsê 6 caran ji aliyê firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê hat bombebarankirin. Herwiha di tê de jinek û zarokek hatin kuştin û hejmarek ji welatiyan brîndar dibin.

Rewangehê da zanîn kku helîkopterên rêjîma Sûriyê gundê Cib El-Cerah li rojavayê Humsê bi bermîlên teqîner bombebaran kir; Lê derbarê ziyanan de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Ji aliyê din ve jêdereke  bi ser opozîsyona Sûriyê ve da xuyakirin ku di encama êrîşên asmanî li ser deverên nêzîkî bajarê Helebê û Hemayê bi dehan kes hatine kuştin ku di nav wan de 4 karmendên tîmên bizîşkî ne.

Roja 19 Îlonê barhilgirên alîkariyên mirovî yên NY li bajarokê Orm El-Kibîr li rojavayê Helebê hatibûn armanckirin ku di encamê de 20 kesên sivîl û karmendekî Hêva Sor ya Sûrî hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê NY karwanên alîkariyên mirovî bo Sûriyê jî rawestand. Herwiha ev bûyer jî bû wek bidawîanîna  agirbesta li Sûriyê