Hevbendî Nûçeya Terorkirina Wezîrê Kargêriya Xwecihî Yê Hikûmeta Demkî Yaqûb El'imar Radigihîne

Hevbendî Nûçeya Terorkirina Wezîrê Kargêriya Xwecihî Yê Hikûmeta Demkî Yaqûb El'imar Radigihîne

7:50:39 PM

RojavaNews: Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, nûçeya terorkirina wezîrê kargêriya xwecihî yê hikûmeta demkî Yaqûb El'imar ragihand, yê duhî li danê êvarî di kiryareka terorîstî de li ser destê rêxistina DAÎŞ a terorîst li bajarê Inxil li gundewarê Der'a hat şehîdkirin, û  hejmarek birîndar jî hene û rewşa hindekan xerab e.

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku şoreşa Sûriyê bi dirêjahiya şeş salan tekez kir ku ew şoreşa miletekî resen e, û kar û xebatê ji bo azadî û dad û rûmeta xwe li hember teror û zordariyê dike, herwiha berdewam e ji bo pêkanîna armancên xwe, û zordestî û dagîrkarî û teror ber bi neman û dawiyê diçe.Jêder: Hevbendî