00:23:37
Rojava News: Nûnerê Taybetê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mistura got ji bo dewamkirina hevdîtinan peymana Rûsya û Amerîkayê ya di derbarê agirbesta li Sûriyeyê de ne şertê pêşîn e.
Li gor nuçeya Sputnîkê: De Mistura diyar kir ku têkiliya peymana agirbestê û hevdîtinên ji bo destpêkirina pêvajoya polîtîk heye lê herdu jî ji bo hevdu ne şertê pêşîn e û got "divê her du xebatên me rastênhev bin."
De Mistura anî ziman ku ji bo ku peymana di navbera Rûsya û Amerîkayê de ji nû ve were pêkanîn çi ji destê wî were wê bike û got "hêviya min heye ku hevserokên Rûsî û Amerîkayî ji bo peymana ku di 9ê Îlonê de li ser li hevdu kiribûn, ji nû ve pêk bînin wê rêbazeke nû bibînin."
Nûnerê NY dest nîşan kir ku hêviya wî ew e ku hevdîtin wê meha bê destpê bikin û got "bi fikra min nabe ku em cotmehê ji dest bidin."
