Bi dehan kuştî û birîndar ketin di encama êrîşên asmanî li ser taxên rojhilatî Helebê

Bi dehan kuştî û birîndar ketin di encama êrîşên asmanî li ser taxên rojhilatî Helebê

4:38:29 PM

RojavaNews: Îro şemê 24 .9. 2016  bi dehan kes kuştî û birîndar ketin di encama êrîşên asmanî yên balafirên Rûsî û balafirên rêjîma Sûrî li ser taxên rojhilatî Helebê yên dorpêçkirî, herweha şer û pevçûn li taxên Şêx Seîd û Muxeyem Henderat derkete holê .

Li gor hin jêderan ragihandin, ku hejmara kuştiyan ji destpêka êrîşan piştî têkçûnê agirbestê gihiştiye 130 kesî, û hîn gelek malbat jî di bin kavilan de mane.