22:42:29
Rojava News: Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî teqez kir ku hikûmeta Sûriyeyê dê careke din tevahiya bajarê Helebê kontrol bike.
Caferî li civîna Lijneya Ewlehiyê ragihand ku Ehrar El-Şamê êrîşî embarên madeyên kîmyawî kir û plan dikin ku bi wan madeyên ji wan embaran birine, êrîşên madeyên fosforê li Helebê pêk bînin û wiha dewam kir: "Ew ê wê kiryarê jî têxin stûyê Şamê.
Hemû îdiayên ku hikûmeta Sûriyeyê madeyên kîmyawî bi kar anîne yan li sivîlan xistiye derew in." Nûnerê Sûriyeyê diyar kir ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li xebata Moskova û Wahsingtonê ya hewldana xelaskirina şerî dikin.
