De Mistrura: Rewşa Helebê gelekî xerab bûye!

De Mistrura: Rewşa Helebê gelekî xerab bûye!

22:48:09

 

Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Staffan De Msitura îro li pêşberî Lijneya Ewlekariyê axivî û got ku rewşa Bajarê Helebê ji dema bombebarankirina konvoya alîkariyê 19ê vê mehê ve gelekî xerab bûye.

Lijneya Ewlekariyê rûniştineke taybet ji bo rewşa Sûriyeyê li dar xist ku De Mistura jî tê de axivî û wiha got: "Ji wê rojê de, rewşa Helebê her çû xerabtir bû û gelek wêranî pêk hat."

De Mistura: Civîna Sûriyeyê dirêj, biêş û bêhêvî derbas bû Nûnerê NYyê wiha dewam kir: "Li cihên dijberiyê, nimêja îniyê hat betalkirin. NY hinek raport wergirtin ku bi dehan êrîş li deverên niştîcihên sivîl pêk hatine û bûye mirin û kuştina gelek kesan ku zarok jî di nav de ne".

Herwiha De Mistura teqez kir ku ne pêkan e, aliyek ji aliyan serkeftineke leşkerî bi dest xîne û yê azarê dikişîne, tenê gelê Sûriyeyê ye. Ji aliyê din ve, nûnere NYyê wiha pê de çû: "Serkeftina leşkerî li Helebê ne pêkan e. Analîzên leşkerî jî wihsa diyar dikin. Sûrî hîn agirbestê dixwazin û dixwazin çareseriyên pêbawer bên peydakirin."