11:28:16
Rojava News Di wan şeş mehên borî de yekem car Xaça sor alîkariyên mirovî gehande çar navçeyên Sûriyê.
Rêxistina Xaça sor a navnetewî ragehand, alîkariyên ku hatine şandin geheştine navçeyên Mezaya, Zebedanî ku nêzîk paytext Şamê ye û gundên Fewa û Keferya ya ku parêzgeha Îdlibê.
Ji ber şer ê grubên opozîsyon û rejîma Sûriyê, ku ji meha adara 2011ê ve destpê kiriye, nêzîk 350 hezar hemwelatiyan jiyana xwe ji dest daye û zêdetir ji 5 milyon hemwelatî jî penaber bûne.
Nêzîkî 40 hezar kesan li bajarokê Mezaya dijîn, ku şeş mehin ji aliyê rejîma Sûriyê, milîsên Îranî û Iraqî û çekdarên Hizbullaha Lûbnanê ve di bin dorpêçê de ne.
