09:45:30
Rojava News: Rêxistina El Nûsra ku piştî ji El Qaîde veqetiya navê xwe kire Fetîh el Şam, ragihand ku Amerîkayê çekên dije tank ê “BGM-71 TOW” û gelek çekên din dane wan.
Fermandarê rêxistina Fetîh el Şamê Abu al-Ezz ji govara heftane ya Amlanyayê Focus re axivî û ragihand ku Amerîka, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) çekan didin wan.
Fermandarê Fetîh el Şam diyar kir ku ti rêxistin an jî kes nabin navbeynkar û Amerîka çekan raste rast dide wan. Abu al-Ezz got, “Amerîka li pişta me ye.”
Abu al-Azz daxuyand ku heta hilweşandina rejîma Esed dê şerê xwe berdewam bikin û derbarê armanca xwe de jî got, “Em ê dewletekî li ser hîmê şerîeta Îslamê ava bikin û em ti dewletên laîk jî nas nakin.”
Hêjayê gotinê ye ku rêveberiya Amerîkayê piştî cudabûna ji El Qaîdê jî ragihandibû ku rêxistina El Nûsra herweke El Qaîde terorîst e.
