Kalin: Ji bo Sûriyê alternatîf “herêma ewlehiyê” ye!

Kalin: Ji bo Sûriyê alternatîf “herêma ewlehiyê” ye!

12:28:04

 

Rojava News: Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê İbrahim Kalin got "di vî şerê 5 salên dawiyê yê li Sûriyeyê de tiştê ku em hîn bûn ew e ku ji bo rawestandina rûxandina bajaran û herikandina penaberan ji bo Tirkiyeyê û welatên din tekane alternatif pêkanîna herêma ewlehiyê ye."

Kalin di rojnameya Daily Sabahê de gotareke bi sernavê "Herêmên Ewlehiyê wê Jiyanê û Mirovahiya me Rizgar Bike' nivisî û di gotara xwe de anî ziman ku bangewaziya Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna herêmên ewlehiyê li Sûriyeyê lezgîn û xelaskarê jiyanê ye.

Kalin di nirxandina xwe de îdia kir ku herêmên ewlehiyê wê ji bo gelê Sûriyeyê bide nişan ku ew ne bi tenê ne û civaka navneteweyî ji bo parastina wan li vir e û bi vî awayî hêviya wan wê xurt bibe. Berdevk Kalin derbirî ku ev yeka tevlê Amerîka û Ewropayê wê li gorî berjewendiyên hemû aliyan be.

Kalin ji bo herêmên ewlehiyê diyar kir ku wê hejmara penaberan kêm bikin û got "wê sivîlan biparêzin, wê zorê bidin (Serokdewletê Sûriyeyê Beşar) Esad ku li ser maseyê rûne, wê komên mixalîfên nerme li hemberî rejîmê û DAIŞê bi hêz bike û wê heta cihekî hevsengiya şerê li Sûriyeyê pêk bîne."