13:04:37
Rojava News: Balafirên Rûsî bi roketên valahî taxa Qarliq li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha, Balafirên şer taxa Bab Hedîd û Kerm El-Cebel Saxor li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn.
Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî yên şer bi bombên goşeyî taxên bajarê Kefir Hemra li gundewarê Helebê topbaran kirin.
Li aliyek din, Hêzên Rêjîmê bi topên giran taxa Bab Hedîd li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de Heft kesên sivîl birîndar bûn, di nav wan de jin û zarok hebûn.
