YE 350 milyon Euro bo penaberên Sûriyê li Tirkiyê terxan dike

YE 350 milyon Euro bo penaberên Sûriyê li Tirkiyê terxan dike

5:03:53 PM

RojavaNews: Yekîtiya Ewropayê planeke alîkariyê bi 350 milyon Euro bo penaberên li Tirkiyê dimînin û bi taybetî  yên Sûriyê pêşkêş dike.

Komîserê Ewropî yê alîkariyên mirovî Christos Stylianides bernameyeke alîkariyê bo penaberên Sûrî yê li Tirkiyê dimînin pêşkêş kir, ku her penaberek dikare bi riya kartekê (Prepaid cards) mehane 100 lîreyên Tirkî (30 Euro) werbigire.

Stylianides da zanîn ku, ji destpêka meha Cotmehê ve, her penaberek dikare daxwaznameyekê bo wergirtina vê kartê pêşkêş bike. Herwiha penaberên ku zarokên wî li dibistanê dixwînin jî dikarin pereyên zêde werbigirin.

Berê jî Yekîtiya Ewropayê bernameyeke alîkariyê bi 348 milyon Euro li Tirkiyê bi rê ve dibe, ku di bin çavdêriya Hêva Sor û Bernameya Xwaraka Navdewletî de bi rê ve diçe.