12:17:33
Rojava News: Li bajarê Himsê frokeyên rejîma Sûriyê rêya ku, biryar bû karwanên alîkariyan tê de derbasî bajarê Ristinê yê ser bi parêzgeha Himsê ve bibe kire armanc.
Derbarê vê yekê ji endamekên Encûmena Navxweyî ya opozîsyona Sûriyê li bajarê Restenê ji skynews re ragehand ku, dema kerwanê alîkariyan giheşte deriyê navçeya El-Dar El- Kebîre firokeyên rejîma Sûriyê dest bi toparankirinê kirin.
Li gor heman jêderê ew karwan ji 36 barhilgirên xwarin û pêdiviyên pizîşkî pêkdihat, herwiha ligel tîmeke taybet ji Heyva Sor a Sûrî bû.
Ji aliyeke din ve topbarankirina navçeyên rojhelata bajarê Helebê ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi awayeke tund û hovane li gor opozîsyon dibêje berdewam in.
