Nêrebiyê: Hemî Bijarde Li Pêş Hêzên Şoreşa Sûriyê Vekirî Ne, Ji Bo Di Rûyê Dijminkariya Rûsiya De Derkeve

Nêrebiyê: Hemî Bijarde Li Pêş Hêzên Şoreşa Sûriyê Vekirî Ne, Ji Bo Di Rûyê Dijminkariya Rûsiya De Derkeve

10:46:57 PM

RojavaNews: Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, Miwefeq nêrebiye got ku hemî bijarde li pêş hêzên şoreşa Sûriyê vekirî ne, û nema çareseriya siyasî li ser meseyê heye, di rewşên niha em têde.

Û di daxuyaniyeke taybet de îro Nêrebiyê amaje kir ku hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, kar ji bo dubare-guhertina cihên xwe  û rêkûpêkkirina kaxez û pêşindeyên xwe dikin, di heman dema ku helmeteke leşkerî ya "bi harî" bi serpereştiya Rêjîmê û hevalên wê tê kirin, û binpêkirina wan ji biryarên navdewletî re.

Û rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsî û Îranî di êrîşên xwe yên terorîstî li ser hemî deverên Sûriyê berdewam in, û bi taybetî bajarê Helebê, ku di encamê de zêdî 30 sivîlî li taxên Meşhed û Şe'ar hatine kuştin, û di heman dema hewildanên tîmên Berevaniya Sivîl ji bo rizgarkirina birîndarên di bin wêraniyan de.

Û hin çalakvanan gotin ku balafirên Rûsî hin deverên jîndar li taxên Helebê yên rojhilat ên dorpêçkirî armanc kirin, û balafirên dijmin bombeyên Fosforî li herdû taxên Salihîn û Ferdews bikar anîn.

Û desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, doh, civînek berfireh lidar xist, hin endamên Ddesteya Giştî û yên Desteya Bilind Ya Danûstandinan lê beşdar bûn, ji bo hûrbînkirina civînên New York'ê, û rawestana li ser ketwara meydanî ya dijwar li Helebê.

Û Nêrebiyê daxuyanoya xwe bidawî kir bi tekeziya li ser giringiya yekkirina herdû aliyên siyasî û leşkerî yên hêzên Şoreşê, bi çêtirtirîn şêwe, ji bo derketina di rûyê dijminkariya ku Rûsiya serkêşiya wê dike, di heman dema bêdengiya navdewletî, û sistbûna helwesta Amerîkî.

 Jêder: Hevbendî