Rûsya bo şandina alîkariya mirovî daxwaza agirbestê

Rûsya bo şandina alîkariya mirovî daxwaza agirbestê

13:29:29

 

Rojava News: Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, ragihand ku bo ew karibin alîkariya mirovî bigihînin gelê Helebê wan daxwaza agirbestek bi qasî 48 saetan kirine.

Ryabkov destnîşan kir ku ew nikarin navberên dirêj yên bi qasî hefteyekê bidin lewra di wê navberê de terorîst wê firsenda civînê bibînin û têkevin nava koordînasyonê.  Lewma jî wan tewsiyeya agirbesteke bi qasî 48 saetan kirine.

Dema pêşniyariya wan bê pejirandin wê ji hin herêmên Helebê re gelek alîkariya mirovahî bişînin. Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John duh amaje kir ku dema ku bombebarana li Helebê neyê rawestandin dê DYA muzakereyên di mijara Sûriyeyê yên bi Rûsyayê re rawestîne.

Ryabkov daxuyaniya Kerry wekî ‘nirxandineke hestiyarî' şirove kir. Ryabkov dibêje ji ber ku DYA nikare wezîfeyên xwe yên li Sûriyeyê bicih bîne ‘nirxandinên hestiyarî' dike. Herwiha li gorî Ryabkov ev daxuyaniya DYAyê tê wateya ku ‘DYA bi awayekî fiîlî piştevaniya komên terorîst' dike.'