Grupên Tundrev li Helebê êrîş kirin: 18 kuştî, 60 birîndar

Grupên Tundrev li Helebê êrîş kirin: 18 kuştî, 60 birîndar

Rojava News: Hat ragihandin ku tundrevên Îslamî li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrîş pêk aniye û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêtirî 60 kesî jî birîndar bûne.

Li gor hatiye zanîn; cîhadiyan bi topan êrîş kiriye û 18 kes hatine kuştin û bêtirî 60 kesî jî birîndar bûne.

Îro danê sibehê êrîşî taxên Vîllat, Ezîziyê û Mîdanê yên Helebê pêk anîn. Ev êrîş piştî ku Artêşa Sûriyeyê û milîsên herêmî, komên cîhadî li rojavayê Helebê dorpêç kirin pêk hatin.