Li Sûriyê pitikeke yek mehî ji enqazê hat xelaskirin!

Li Sûriyê pitikeke yek mehî ji enqazê hat xelaskirin!

 

 

Rojava News: Li Îdliba bajarê Sûriyê ji bin kavilê maleke ku di bomberanên Rûsya û rejima Esed da hatibû hilşandin dergûşeke yekmehî hat derxistin.

Êrîşên li ser Îdliba di destê mixalifan da ya li bakurê Sûriyê hetanî destê sibê dewam kirin, di êrîşan da avahiyeke 5 qatî ya sivîlan hat teqandin.

Tîmên parastina sivîlan hewl dan ku welatiyên binê enqaza avahiya ku teyareyên rejimê an jî yên Rûsyayê bombe kirin derxin, ji enqazê cinazeyê 7 kesan hat derxistin.

Hemendemê tîmên parastinê di binê kavilê malê de dergûşeke yekmehî ya sax dîtin.

Piştî xebatên bi hûrgilî dergûş sax hat derxistin û ekîban dergûş bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya sehrayê.