Li Îdlibê bombebaran: 20 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.

Li Îdlibê bombebaran: 20 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.

 

Rojava News: Balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê, li Îdlib, navçe û bajarokên derdora wê bi bombeyên vaqûmê êrîşa esmanî li dar xist, di êrîşê da 20 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.

Ji rayedarên parastina sivîl ên li Îdlibê Leys el-Farîs ragihand ku; ku di êrîşên esmanî yên artêşa Sûriyeyê da li Îdlibê 7, li bajroka Carcanazê 8 û li Han Şeyhûnê 5 sivîl mirin, 24 kes jî birîndar bûn.

Farîs got: "Li Carcanaza herêma Îdlibê ya ku bi jetên rejimê hat bombardûmankirin, ekîbên parastina sivîl ji enqazê cinazê gelek zarokan derxistin. Ji ber êrîşê di avahiyeke 5 qatî da xisar çêbû."

Farîs got ku birîndarên li Carcanazê rakirin nexweşxaneyên sahrayê yên li herêmê.