12:36:34
Rojava News: Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku bi nûnerên 4 herêmên din ê Laziqiyê re lihevkirin pêk hat û bi vî awayî hejmara herêmên tev li agirbestê bûn gihişt 689an.
Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat ragihandin ku hevdîtinên agirbestê li bajarokê Muaddamiyet el Şêx ê girêdayî herêma Şamê û herêmên Hums, Heleb û Quneytirayê bi rêxistinên çekdarî yên deryasayî û bi fermandarên wan re dewam dikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbest di 24 saetên dawî de 61 caran hat binpêkirin ku pêkahteyên neyasayî li Helebê 29, li Şamê 12, li Laziqiyê 4, li Hemayê 5 û li Humsê carekê êrîş li sengerên hikûmetê û jîngehan hatiye kirin.
Ji aliyê din ve, navendê diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê û ya hêzên hewayî yên Rûsyayê ti êrîş li herêman nekiriye û li herêma Helebê xwarin û pêdivî li sivîlên ji êrîşên cîhadiyan reviyane hatiye belavkirin.
