12:57:04
Rojava News: Rojhilatê Helebê bûye armanca firokeyên şer ên Rûsyayê, û hêzên Sûriyê û alîgirên wan mifa ji êrîşên wan firokeyan dibînin.
Li gorî çavdêran, di rojên bê de, rewşa şer dê li Helebê were guhertin. Bi taybetî piştî ku Amerîkayê behsa planeke alternativ ji bo Sûriyê dike.
Hin çavkaniyên dijbereyê jî dibêjin dê Amerîka çekên pêşketî radestî dijbereyê bike.
Hevdem Artêşa Sûriyê li herdû mihwerên bakur û navenda Helebê li dijî hêzên dijbereyê pêşketin bidest xistin.
Hin aliyên dijbereyê dibêjin careke din ew dever ji destê hêzên Artêşa Sûriyê derketin.
Di heman çarçoveyê de, Amerîka daxwazê li Rûsyayê dike ku êrîşên xwe li dijî hêzên dijbereyê û sivîlan rawestîne.
