Rêjîma Sûriyê lîstikvanê yaneya Keramê ya Sûrî Cîhad Qesab bidar vekir

Rêjîma Sûriyê lîstikvanê yaneya Keramê ya Sûrî Cîhad Qesab bidar vekir

3:36:28 PM

RojavaNews: Hêzên Rêjîma Sûriyê, roja pêncşema bûrî, lîstikvanê yaneya Keramê ya Sûrî Cîhad Qesab li zindana Sêdnaya ,ku li bakurê paytexta Şamê dikeve bidar vekir.

Tê zanîn ku Cîhad Qesab di meha 8an de ji sala 2014 an li ser rêbendeke Rêjîmê li bajarê Humsê hat binçavkirin, û hat veguhestin ji bo liqê ewlekariya siyasî, dûvre ew li zindana Sêdnaya bidar vekirin.

Cîhad Qesab ji nişteciyên taxa Baba Emro ya bajarê Humsê ye, sala 1975an ji dayik bûye, lîstikvanê yaneya Keramê û bijardeyê Sûriya bû, xêzandar e û bavê 3 zarokan bû.