Hêzên bervaniya beravên Tirkiya 132 kes girtin

Hêzên bervaniya beravên Tirkiya 132 kes girtin

6:05:54 PM

RojavaNews: hêzên berevaniya beravên Tirkiyê îro înê 132 kez li parêzgehên Izmîr, û Balikasîr rojavayî Tirkiya girtin, dema hewldidan ku di rêya avê re biçin Yûnanê.

Ajansa Anadoul ya Tirkî li ser zimanê jêderên ji hêzên berevaniya beravan diyar kirin, ku tîmên wan agahî bidest girtin, ku girûpek ji mirovan li ser girava Qelim di deryaya Îce de hene, û berê xwe dan deverê û girûpek ji 66 welatiyên sûrî ji nav wan jin û zarok girtin, û 2 ji kongo û yek ji malî.

Herweha heman jêderan amaje kirin, ku berevaniya beravên Tirkiya 63 kezên biyanî li ser gemiyekê di beravên girava Guneş de girtin dema berê wan bi girava Lîsbos ve bû.