Mecer dijî pilana Yekîtiya Ewripî derbarê penaberan deng da

Mecer dijî pilana Yekîtiya Ewripî derbarê penaberan deng da

5:06:00 PM

RojavaNews: Welatiyên Mecer, berê xwe didin boksên dengdanê, îro Yekşemê, da ku bo pijirandina welatê wan bi para neçarî ya penaberan deng bidin, li gorî plana Yekîtiya Ewripî.

Li gorî raporên xwecihî wê welatiyên Mecerî dijî plana Yekîtiya Ewripî deng bidin, û li gorî malpera Hingariya Îro, wê welatiyên Mecerî wê bi “Na”deng bidin derbarê plana Yekîtiya Ewripî.

Beriya niha serokwezîrê Mecerî Vîktor Orban daxuyaniyek di rojnama Mecer Adok belav kir, tê de doza welatiyên Mecerî kir da ku beşdarî dengdanê bibin.