Yekîtiya Ewrupî: Alîkariya Helebê bikin

Yekîtiya Ewrupî: Alîkariya Helebê bikin

5:04:05 PM

RojavaNews: Yekîtiya Ewrupî, pilanek nû, bi hevrêziya li gel Netewên Yekbûyî bo derbaskirina alîkariyê mirovî bo Sûriyê pêşkêş kir, lê ragihand ku ev plan dive hemî alî alîkar bin.

Plana Ewrupî armenca wê gihandina alîkariyên bijîşkî û av û xwarinê ji rojavayê Helebê ya, jêrî kontirola Rêjîmê bo 130 hezar kesî li rojhelatê bajêr yê jêrî kontirola Opozisyonê de, û herweha veguhestina birîndaran ji wan taxan bo dermankirina wan.

Berpirsa polîtîka derve ya Yekîtiya Ewripî Fîdrîka Mocîrînî û komîserê Yekîtiya Ewripî yê karûbarê mirovî di daxuyaniyekê de ragihandin ku:” Yekîtiya Ewripî ji hemî aliyan dixwaze destûrê bo derbasbûna deverên wan kir, da ku operesyonên derbaskirina alîkariyan, û veguhestina nexweşan berdewam bike”.

Daxuyaniyê domand ku ev operesyon divê bêalî be, û li gorî berpirsyariya rêxistinên mirovî pêk bê.

Berî niha yekîtiya Ewripî rexne li Rêjîma Sûrî kir, bi sedema astengiyên ji naveroka alîkariyan re çê dikir.