Hevbendî: Em Destxweşiyê Li destpêşxeriya Ewropî Dikin

Hevbendî: Em Destxweşiyê Li destpêşxeriya Ewropî Dikin

5:49:59 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, destxweşî li destpêşxeriya Yekîtiya Ewropî kir, ya ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên awarte bo taxên Helebê yên dorpêçkirî.

Ku duhî di daxuyaniyekê de, Hevbendîyê piştgiriya xwe ya tekûz ji destpêşxeriyê re ragihand, ya hatî ragihandin di daxuyaniya hevbeş ya berpirsa karubarên derve ya Yekîtiyê Firêdrîka Mogîrînî û karspartîyê taybetmend bi karubarên mirovî Stayliya Nîdis de.

Hêjayê gotinê ye ku daxuyaniya Yekîtiya Ewropî bang li hemû aliyan kir ji bo rê bidin bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo bajarê Helebê û drxistina birîndaran, û daxuyaniyê bal kişandibû ku yekîtiya Ewropî xwe aktîv kiriye ji bo dana pareke alîkariyan bi kujmê 25 milyon Euro ji bo dabînkirina kelupelên xwarinê û pêdawîstiyên pizîşkî bo Helebê.

Herwiha Hevpeymaniyê amadehiya artêşa azad tekez kir, ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo pêgirî û cêbicêkirina xalên destpêşxeriyê di nav sercem navçeyên rizgarkirî de, tevî navçeyên dorpêçkirî yên ji aliyê rêjîma Esed û milîsên terorîst yên dûvelankên wê.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de, daxwaza giringiya pabendiyê bi hemû birgên destpêşxeriyê kir, tevî veguhestina bê merc ya nexweş û birîndarên hatine birîndarkirin bi sedema êrîşên firokên Rûsiya û firok û topxaneyên rêjîma Esed li ser sivîlên taxên dorpêçkirî.

Di dawiya daxuyaniya Hevpeymaniyê de hat ku "Pêwîst e civaka navdewletî bizanibe ku çareseriyên parçe parçe nakevin di xizmeta bidawîkirina bobelat û kuştina berdewam de, herwiha pêwîstiya pêkanîna rêkeftina rawestandina karên dijminkarî û rawestandina bombebarankirin û kuştin û wêrankirinê, bi zêdekirina fişaran li ser rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiya, herwiha ev yek giring e ji bo zemînxweşkirina çareseriya siyasî ya guncayî ligel biryarên encûmena ewlekariyê û ligor daxwazên gelê Sûriyê û armancên şoreşa gel".